Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê hêzên Ewlekariya Hundrîn Ayaz Umer li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dirbêsiyê hat oxirkirin
24 kanûn, 2019   12:06
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ayaz Umer ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê. Endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Ayaz Umer dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de bi navê hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Mustefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mizgîn Mustefa di axaftina xwe de wiha got: "Şehîd Ayaz rojekê ji bo parastina xak û gel û welatê xwe gavek paşde neavêt. Roj û şeva xwe ji bo parastinê dikir yek."

Bi navê malbata şehîd apê wî Ezîz Umer axivî û soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan û heta avakirina Sûriyeke demokratîk şopdarên rêya şehîd Ayaz û hemû şehîdan bin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hocîn Heyres ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ayaz di nava tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.

(bx)

ANHA