Piştî gefên Erdogan… Rûsyayê lihevkirina bi Tirkiyê re têkildarî Lîbyayê ragihand

Îro Rûsyayê ragihand ku pisporên wan û Tirkiyê li Moskovê der barê rewşa Lîbyayê de piştî şerekî daxuyaniyan di navbera her du aliyan de, li hev kir.

Piştî gefên Erdogan… Rûsyayê lihevkirina bi Tirkiyê re têkildarî Lîbyayê ragihand
24 kanûn, 2019   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê wiha got: "Şandeya hikumeta Rûsyayê ya hevbeş bi serkêşiya nûnerê serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov û şandeya Tirkiyê bi serkêşiya cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sedat Onal, pêk dihat."

Di berdewama daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de wiha hate gotin: "Li gorî nêrînên hatin gotin, der barê rewşa Lîbyayê de lihevkirin çêbû da ku pêwendiyan dewam bikin. Di nav de alîkarî werin pêşkêşkirin da ku aloziya wî welatî were çareserkirin.”

Di rojên dawî de, şerê daxuyaniyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê Lîbyayê de zêde bû. Moskovê  fikra xwe der barê hatina leşkerên Tirk li Lîbyayê de anî ziman. Di heman demê de, Erdogan jî got welatê wî der barê destekdayîna çeteyên Rûsyayê ji  Xelîfe Hefter re, bê deng namîne.

(bx)