Encamên roja 75`an a Berxwedana Rûmetê eşkere bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 75`an a berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Encamên roja 75`an a Berxwedana Rûmetê eşkere bûn
24 kanûn, 2019   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 75`an a berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve li gelek herêmên rojavayê Kurdistanê tevgera xwe ya dagirkeriyê domand û li gelek qadan êrîşan li dar xistin.

SERÊKANIYÊ

Artêşa dagirker a Tirk bi çekên giran êrişî gundê Til Mihemed ê girêdayî Til Temir û gundên Bab El-Xêr û Mişrefa yên girêdayî Zirganê kir. Her wiha hejmarek ji herêmên sivîl bi hewan û obusan topbaran kirin. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyên sivîl.

EYN ÎSA

Komên çete yên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran gundewarên bajarokê Eyn Îsa topbaran kir û rasterast herêmên sivîl hatin hedefgirtin. Di encama topbarana li ser gundê Bîr Zinar de welatiyekî sîvîl ku di nav zeviyê xwe de dixebitî, birîndar bû."