El-Ebid: Divê Rûsya sozên xwe bîne cih

Hevserokê kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid got: “Di encama êrişa Tirkiyê de 60 hezar sivîl ji kantonê koçber bûn. Em bang li Rûsyayê dikin ku sozên xwe bîne cih. Êrişên Tirkiyê rawestîne û vegera koçberan a ewle dabîn bike.”

El-Ebid: Divê Rûsya sozên xwe bîne cih
24 kanûn, 2019   05:20
EYN ÎSA

Hevserokê kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid behsa sozên Rûsyayê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî ji ajansa me re axivî.

Şanedeyek ji meclisa kantona Girê Spî ya dagirkirî, nûnerên şêniyên kantonê di serî de hevserokatiya meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û Hêvîn Ismaîl di 10`ê Kanûnê de serdana bargeha leşkerî ya rûsî li navçeya Eyn Îsayê kiribûn. Di wê serdanê de bi generalên rûs re rûniştin. Generalan soz dan ku binpêkirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî rawesîtin in, rêya M4 û vegera şêniyan dabîn bikin.

El- Ebid wiha domand: "Mixabin me tenê hevkariya navdewletî bi bûreyên rû dane re dît. Ruxmî bangewaziyên me lê tu helwest nîşan neda ji bo ku binpêkirinên Tirkiyê li dijî me bisekinîne. Hejmara koçberên bajarê Girê Spî û gundewarên wê 60 hezarî derbas kiriye. Jê 3 hezar karmend in. Ew berbelav bûne û piraniya wan li Reqayê dimînin. Ew nikare hejmarên mezin ên koçberan hemêz bike.”

El-Ebid bang li civaka navneteweyî re û dabînkerê Rûsî dubare kir ji bo ku azara şêniyên koçber bûne bidawî bikin. El- Ebid got: “Vegerek ewle ji war û gundên wan re dabîn bikin. Şênî li hember bêdengiya dabînkerê rûsî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li dijî gundên wan û ji ber ku sozên xwe nine cih şaş mane."

El-Ebid teqez kir ku tevahiya koçberên Girê Spî li gel hebûna dagirkeriyê qebûl nakin vegerin warên xwe. El- Ebid wiha axivî: “Siyaseta Tirkiyê li herêmên dagirkirî diyar in û li ser kesekî nayin veşartin. Bi rêya bicihkirina malbatên koçberan li şûna şêniyên herêmê yên resen hewl dide demografiya wan herêman biguhere. Me zêdetirî 140 navên çeteyên DAIŞ`ê ku alîkariya Tirkiyê dikin ji bo ku timayên xwe pêk bîne belge kirine. Tevî wê jî civaka navdewletî li hember kirinên wan li dijî gelên herêmê bê deng e.”

El-Ebid bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û binpêkirinên Tirkiyê li dijî şêniyên ewle rawestîne.

Hejmara şêniyên kantona Girê Spî derdora 170 hezar kes e. Piştî êrişa Tirkiyê ji wan zêdetirî 60 hezar kes koçber bûn.

Li gorî çavkaniyan piraniya şêniyên li herêmên dagirkirî mane, rastî binpêkirin û tengaviyên çeteyên dagirkeriyê tên ji girtin, revandin û talankirina milkên wan. Şêniyên herêmên dagirkirî li dijî wan rabûn. Di nav de xwepêşendana bajarokê El-Elî Bacliye, Xirbet El-Riz û Kermeze.

(şx)

ANHA