Eşîra Ebû Xemîs:Daxuyaniyên rejîma Sûriyê, qetilkirina vîna gelan e

Şêxê eşîra Ebû Xemîs ê li Reqayê Hesen Mihemed El-Raşid,  tewanbariyên rejîma Sûriyê û Koolîsyona Sûriyê wekî qetilkirina vîna gelê Sûriyê dibîne û got: “Ji mafê gelên Sûriyê ye ku çarenûsa xwe diyar bikin û dawî li aloziya Sûriyê bîbin.”

Eşîra Ebû Xemîs:Daxuyaniyên rejîma Sûriyê, qetilkirina vîna gelan e
24 kanûn, 2019   06:00
REQA-EHMED MIHEMED

Tevî bangên Rêveberiya Xweser ên diyalogên derbarê pêşeroja herêmê, lê hîj daxuyaniyên Berpirsên Erkana Rejîma Sûriyê û Hevbendiya Wetenî ya Sûrî yên derbarê tewanbariyên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatlê Sûriyê berdewam in û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdekên xwe nîşan didin.

Şêxê eşîra Ebû Xemîs Hesen Mihemed Raşid ji ajansa me re sedemên tewanbariyan, hewldanên rejîma Sûriyê û Hevbendiya Wetenî ya Sûriyê û çawaniya çareseriya aloziya Sûriyê û parastina mafên pêkhateyan diyar kir.

Raşid got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha projeya Neteweya Demokratîk a ku parastina mafên pêkhateyan dike, li gel ku baweriya pêkhateyên civaka sûrî bi vê projeyê û xwe rêvebirin gefan li perjewendiyên dewletên dagirker û desthilatên dictator dike. Lewma her demekê oparasyon li dijî vî projeyê têne meşandin.”

Raşid wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tiştekî xerîb e ku aliyên bi dewletên dagirker û rêxistinên desthilat ve girêdayî gefan li projeya Rêveberiya Xweser bixwin. Di milekî de hewl dide di qada çapemeniyê de projeyê reş bikim û di milekî din jî bi daxuyaniyên xwe îşaret bi parçekirina projeyê dikin, lê di dawyê de jixwe armanca wan astengkirin projeyê bi xwe ye.”

Şêxê eşîra Ebû Xemîs got: “Tişta ji gelên Sûriyê re girîng e pêşeroja Sûriyê ye û pêkanîna berjewendiyên gelan di Sûriya pêşerojê de ye. Ji ber çanda Sûriyê çandeke pirrengî ye û pirçandî ye. Lewma daxuyaniyên Hevbendiya Sûrî xizmeta berjewendiyên siyaseta derve û kesayetî dikin. Ji ber vê yekê dê cihê xwe negirin.”

Derbarê çareseriya siyasî ya herêmê şêxê eşîra Ebû Xemîs Hesen Mihemed El-Raşid wiha axivî: “Çareseriya aloziya Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre Neteweya Demokratîk pêkan be. Ji ber gelên herêmê baweriya xwe bi vê projeyê anîne û xwe naspêrin siyasetên derve yên ku hewldana parçekirina herêmê dikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gny0bU3qqiQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>