Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike

Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û derfetên alîkariya koçberên ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketine dikin.

Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
Heyva Sor a Kurd rojane 190 nexweşan pêşwazî dike
24 kanûn, 2019   06:15
REQA-RÛBA EL-ELÎ-CEMAL MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotemehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn û di encamê bêhtirî 300 hezar şênî ji herêmê koç kirin.

Di vê derbarê de tevî zor û zehemetiyên lê Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberan dike, lewma rojane bi hevakariya kilînîkên(îyade) veguhêz li bejahî û herêmên koçber lê bicihbûne digerin.Beramberî vê yekê piştî êrişên dewleta Tirk piraniya rêxistinên mirovî yên navdewletî  nema kar kirin.

Heta niha derdora 190 rewşên dermankirinê hatine ber destên Heyva Sor a Kurd û piraniya wan jin, zarok û îxtiyar in.

Di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi endamekî kilînîkên veguhêz re çêkir.Xelîl Ehemed da zanîn ku Heyva Sor a Kurdî bi hemû karîna xwe kar dikin, pêwîstiyên koçber bi cih dikin û sivîlan di nava 24 saetan de derman dikin.

Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya Meclisa Bajêr ên li gund û bajaran, da ku zû xwe bigihêjînin nexweşan serjimariya kesên nexweş û hejmara koçberên li gund an jî li bajêr dimînin digirin.

Ehmed piştrast kir ku ji ber kes alîkariyê bi wan re nake û piştgiriyê nadin, ew berî her kesî derman li jin, zarokan û rewşên aloz belav dikin, li gel ku heta niha ti kesî alîkariya Heyva Sor nekirine.

Di vê derbarê de şêniyan spasiya Heyva Sor a Kurdî kirin û bang li Rêxistinên Mirovî kirin ku alîkariya wan bikin, derman ji wan re bişînin, nexasim dermanên şekir û dil ji ber hindik mane.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3ys3r_xPmpk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>