Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeyên Şedadê û El-Sor ên gundewarên bakurê Dêrazorê, cenazeyê şehîd Muhened Şiêbî li goristana şehîdan a navçeya Şedadê oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Muhened Şiêbî oxir kir
18 kanûn, 2019   13:19
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Muhened Ibêd Şiêbî ku li El-Sor a Dêrazorê şehîd bûbû, ji Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê wergirt û berê xwe da goristana şehîdan a navçeyê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist. Piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Firatê Muxlis Ebd El-Letîf axivî.

Muxlis îşaret pê kir ku Hêzên Sûriya Demokartîk bi hezaran şehîd dan û hîna dide. Her wiha diyar kir ku hevrêyên şehîd Muhened, îro li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra, li ber xwe didin. 

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Şedadê Zehra El-Ehemd jî bang li hêzên leşkerî kir ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk li herêma Dêrazorê, paqij bikin. Zehra El-Ehmed sersaxî ji malbata şehîd re û serkeftin ji şervanên QSD`ê re xwest ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Ibrahîm, wesîqeya şehîd Muhened xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de li gortistana şehîdan a navçeya Şedadê hat veşartin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QmqS2QlyBAo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>