Li ber çavên hêzên Rûsya û rejîmê depoyên Şergirakê talan dikin

Bi roj û li ber çavên hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên genim ên Şergirakê yên li ser rêya M4 ya navneteweyî talan dikin.

Li ber çavên hêzên Rûsya û rejîmê depoyên Şergirakê talan dikin
18 kanûn, 2019   13:03
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dizî û talankirina mal û milkên giştî û bi taybet li herêmên ku piştî êrişên 9`ê Cotmehê dagir kirine, didomîne.

Ji deverên ku li ber dizînê dikeve yek jî depoyên Şergirakê ya girêdayî navçeya Eyn Îsa yên li ser rêya navneteweyî M4 in. Ajansa me îro raporek der bare kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deoyên Şergirakê de weşandibû.

Di dîmenê vê raporê de xuya dike ku çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên Şergirakê û di nava rojê de li ber çavên hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê ku kêmî 100 metreyan dûrî depoyan in, talan dikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VSP2pM5DRWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>