Erebistana Siûdî û Pakistan beşdarî lûtkeya dewletên îslamî nabin

Erebistana Siûdî û Pakistanê biryar da ku beşdarî lûtkeya dewletên îslamî ya li paytexta Malaysiyayê ya bi sponseriya Tirkiye û Qeterê nebin.

Erebistana Siûdî û Pakistan beşdarî lûtkeya dewletên îslamî nabin
18 kanûn, 2019   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Nakokiyên heyî yên ji demeke dirêj ve li herêma Keşmîr û Rojhilata Navîn rû didin, nakokiyên li Sûriyê û Yemenê, pirsgirêka misilmanên Rohîngyayê yên li Myanmarê, pêşdeçûna hêrsa ji baregehên Çînê ji misilmanên Uygur ên Xinjiangê re dê Pekînê bi hêrs bikin.

Dê di lûtkeyê de serokwezîrê Malaysiyayê Mehatîr Mihemed û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biaxivin. Her wiha jî di lûtkeyê de serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û emîrê Qeterê Temîm Bîn Hemed Al-Sanî, amade bin.

Erebistana Siûdî der barê biryara xwe ya neamadebûnê de got lûtke ne qadeke guncaw e ku dozên girêdayî misilmanên cîhanê yên bi hejmara 1,7 milyar bên nîqaşkirin. Lê belê li gorî analîzvanan Erebistana Siûdî bi sedema nakokiya wê ya bi Îran, Qeter û Tirkiyê re amade nabe.

Serokwezîrê Pakistanê Umran Xan ê ku ji tevgerkarên bingehîn ên lidarxistina lûtkeyê bi Mehatîr û Erdogan re bûn, di kêliya dawiyê de biryara neamadebûnê da.

(fr)