Xebata danîna  torên kehrebeyê li kampa Waşokanî bi dawî bû

Buroya Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê xebata danîna torên kehrebeyê li kampa Waşokanî bi dawî kir. Tevî wê jî soza gihandina kehrebeyê ji tevahî konan re di rojên pêş de hate dayîn.

Xebata danîna  torên kehrebeyê li kampa Waşokanî bi dawî bû
17 kanûn, 2019   12:14
HESEKÊ

Li kampa Waşokanî ya ku 12 km li rojavayê navenda kantona Hesekê ya bajarokê Tiwênê ya ku tenê ji koçberên herêma Serêkaniyê û gundewarên wê re ye, zêdetirî 366 malbat bi hejmara zêdetirî 4 hezar û 500 koçber, bi cih bûne.

Li gorî Buroya Kar û Barên Rêxistinan a Herêma Cizîrê, tevahî rêxistinên girêdayî NY’yê heta niha tu alîkarî pêşkêşî koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê nekiriye. Tenê bar li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Heyva Sor a Kurd e.

Der barê piştevaniya kampê de, Rêveberiya Xweser xebatên çêkirina torên kehrebeyê li tevahî kolanên ku li kampê hatine vekirin, serşok û xwaringehên giştî, bi dawî kirine. Ew jî bi hevkariya bi Buroya Enerjî û Pêwendiyên li Herêma Cizîrê ye.

Li gorî rêveberiyê Buroya Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê, wek merheleya destpêkê, veguherîna bi hêza 400 KW ya enerjîkirina cihên giştî hate leckirin. Her wiha budçeya projeyê 113 milyon lîreyên Sûriyê ye û ji wê jî zêdetir 20 hezar dolar amerîkî ji temamkriina projeyên kehrebeyê li kampê re, hatin erkdarkirin.

Hevserokê Buroya Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê Ziyad Rustem wiha got: "Der barê derengmayîna leckirina torên kehrebeyê ya li kampa Waşokanî, em lêborîna xwe dixwazin. Sedema sereke ya vê jî tunebûna rêxistinên navdewletî ye."

Rustem îşaret pê kir ku ew astengiyan der barê danîna torên kehrebeyê de ji aliyê neamadebûna rêyên li kampê de dikişînin û wiha bi dawî kir: "Di vê demê de dê torên kehrebeyê bigihîne tevahî cihên giştî, serşok û xwaringehên komî. Dê di çend rojên pêş de kehrebe li tevahî konên kampê bê belavkirin û dê ji her konekê re 10 ampêr be."

(fr)

ANHA