Mezlûm Ebdî: QSD’ê sozên xwe pêk anîn û helwesta me ji dan û standina bi rejîmê re eşkere ye

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ku QSD’ê tevahî sozên der barê dan û standinan de pêk anîne lê belê Tirkiye sozên xwe binpê dike. Her wiha Ebdî îşaret pê kir ku helwesta wan têkildarî dan û standina bi rejîma Sûriyê re eşkere û sabît e.

Mezlûm Ebdî: QSD’ê sozên xwe pêk anîn û helwesta me ji dan û standina bi rejîmê re eşkere ye
17 kanûn, 2019   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewset hevpeyvînek bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re pêk anî. Ebdî li ser pêşketinên dawîn ên li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê axivî.

Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de eşkere kir ku hêzên Amerîkayê li gorî biryara serok Donald Trump a şerkirina li dijî DAIŞ’ê û parastina dewlemendiya petrolê, hêzên Amerîkayê li herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn.

‛HÊZÊN AMERÎKAYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HENE’

Ebdî wiha da zanîn: "Vekişîna Amerîkayê ji rojava-bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hat. Hêzên Amerîkayê niha li bakurê rojhilatê Sûriyê ne anku li parêzgehên Dêrazor û Hesekê ne. Çarçoveyeke leşkerî ji hebûna wan re heye. Hin baregehên hêzên Amerîkayê li herêmê hene, tevgerên wan li herêmê diyar dike. Baregehên wan ên leşkerî ji başûrê Firatê heta bi sînorê Tirkiyê û herêmên petrolê yên bakurê Dêrikê hene. Bi wê re jî hebûna wan a nû li vê herêmê û herêma Qamişlo pêk hat.

Ebdî wiha lê zêde kir: "Hêzên wan ên tev digerin hene û li sînorê Tirkiyê li herêma rojhilat heta bi çemê Firatê ne. Bi wê re jî dikarim bibêjim ku baregehên leşkerî yên Amerîkayê ji aliyê hejmarê ve wek berê man."

‛HEDEFÊN DAN Û STANDIAN ME BI HÊZÊN AMERÎKAYÊ RE EŞKERE NE’

Girêdayî mijara muzakereya dan û standinê ya di navbera hêzên Amerîkayê û QSD’ê de Ebdî wiha eşkere kir: "Hedef heman e û hê jî di meriyetê de ye, anku şerkirina li dijî DAIŞ’ê ye. Her wiha jî hedefeke nû heye ku parastina dewlemendiya petrolê ye."

‛ME BENDÊN PEYMANÊ PÊK ANÎN, LÊ TIRKIYE BINPÊ DIKE’

Têkildarî mijara lihevkirina ku di navbera QSD, Rûsya û Amerîkayê de li ser êrişên dewleta Tirk ên dawîn, Ebdî wiha got: "Me li ser bendên girêdayî agirbestê û vekişîna hêzan ji herêmên diyarkirî, erê kir û me ji aliyê xwe ve tevahî bend pêk anîn. Lê belê hebûna Tirkiyê û rewabûna dagirkirina Tirkiyê qebûl nakin. Ji lew re me li ser tevahî bendan erê nekiriye û nêrîna me jî di vê derbarê de nehat girtin.

Aliyê Tirkiyê peymana ku di 17’ê Cotmehê de di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, binpê kir. Me jî tiştên girêdayî xwe bi temamî pêk anîn. Tirkiye binpê dike, pêşde diçe û herêmên derveyî herêma peymanê dagir kirin. Me ji aliyê xwe ve tevahî bend ji aliyê leşkerî ve pêk anîn."

Têkildarî peymana bi rejîma Sûriyê re fermandarê giştî yê QSD’ê wiha got: "Ev peyman têkiliya xwe bi êrişa Tirkiyê re nîn e. Me pirî caran ji hikumeta Sûriyê xwestibû ku hêzên xwe li ser sînor belav bike da ku hincetên Tirkiyê yên êrişkirina xaka Sûriyê vala bimînin. Lê hikumeta Sûriyê bersiv nedida. Lê belê piştî êrişa Tirkiyê ya dawî, Şamê bersiv da û me jî li ser belavkirina hêzên hikumetê li tevahî nuqteyên germ di navbera hêzên me û yên Tirkiyê de erê kir. Niha tu nuqteyên germ di navbera me û artêşa Tirkiyê de nîn in."

Girêdayî bersivdana li ser peymana siyasî ya bi rejîmê re Ebdî wiha berdewam kir: "Rewşeke lezgîn û awarte hebû. Êrişeke Tirkiyê hebû ku bi hev re vê êrişê rawestînin. Ji lew re lihevkirin bi hikumeta Sûriyê re pêk hat. Li gorî peymanên siyasî, texmîn dikim ku demeke zêde û diyalogeke dirêj dixwaze. Divê şande bi demeke dirêj li hev bicivin da ku xwe bigihînin lihevkirinên siyasî."

‛DIVÊ QSD BIBE PARÇEYEKE PERGALA PARASTINÊ YA SÛRIYA PÊŞEROJÊ’

Mezlûm Ebdî wiha pê de çû: "Helwesta me pir eşkere ye, QSD divê hêza nîştimanî ya Sûriyê û parçeyek ji pergala parastinê ya Sûriyê be. Daxwaza me jî ku bibin parçeyek ji pergala parastinê ya Sûriyê li Sûriya pêşerojê û di destûrê de jî cihê xwe bigire."

Li ser dewlemendiya petrolê jî Ebdî wiha daxuyand: "Me erka xwe ya neteweyî ya parastina vê dewlemendiya neteweyî di vî şerê mezin de, pêk anî. Me nehişt ku bikeve destê terorîstan û ne jî li dijî dewleta Sûriyê bê bikaranîn. Me karî parastina wê bikira. Em dikarin bibêjin ku heta niha van dewlemendî, çi kehrebe dibe yan jî bendav an jî dewlemendiya petrolê dibe, bi tevahî li şêniyên gelê Sûriyê dabeş kir."

Di dawiyê de fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser binpêkirinên Tirkiyê wiha piştrast kir: "Kiryarên guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî çi li Efrînê dibe yan jî li herêmên nû dagirkirî dibe, pêk tên. Ev jî xetereyeke mezin e, ne tenê li ser hebûna Kurdan, lê belê li ser tevahî gelê Sûriyê xetere ye. Berjewendiyên Tirkiyê yên berfireh ên tevlêkirina xaka Sûriyê ji Tirkiyê re hene. Divê civaka navdewletî û raya giştî ya erebî li ser vê pirsgirêkê rawestin û helwesteke cidî ya fişarkirinê ji civaka navdewletî hebe da ku kiryarên ku gefan li pêşeroja Sûriyê dixwin, rawestin."

(fr)

ANHA