Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku di 16’ê Kanûnê de di encama kemîna li herêma Holê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe eşkere kir
17 kanûn, 2019   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand ku tê de eşkere kir ku dewriyeya girêdayî hêzên wan li herêma Holê ya girêdayî bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla komên terorîst ve di 16’ê Kanûnê de rastî êrişekê hat. Di encamê de endamê wan Elî Mihemed şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya daxuyaniya xwe sersaxî da malbata şehîd Elî Mihemed û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî re piştrast kir ku li ser şopandina rêça şehîdên ku canê xwe di oxira pêkanîna ewlehî û aştiyê li tevahî bajar û bajarokên li Bakurê Sûriyê daye, berdewam in û dê li hember kiryarên terorîst ên bi hewldana têkbirina vîna pêkhateyên herêmê, li ber xwe bidin.

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîd Elî Mihemed wiha ye:

Nav û paşnav: Elî Naso Mihemed
Navê dayikê: Mesriya
Cih û dîroka jidayikbûnê: Um Hucêra, 03.03.1985
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hol, 22.05.2017
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Holê, 16.12.2019

(fr)