‘Eger Tirkiye kiryarên xwe bidomîne, dê bibe sedemê karesatekî’

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Eger artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên li dijî herêmê bidomîne, dê bibe sedema karesatekî. Ew ê ne tenê li Sûriyê li hemû dewletên cîran bibe sedema karesatan.”

‘Eger Tirkiye kiryarên xwe bidomîne, dê bibe sedemê karesatekî’
17 kanûn, 2019   06:35
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cephet El- Nûsra berhev kirî,  di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Dagirkeriyê herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Şêniyên wê yên resen ji herêmê dan koçberkirin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îda dike ku dê milyonek penaberên Sûrî liv an herêmên dagirkirî bicih bike.

Li ser mijarê cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê şaxê herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Gelê Sûriyê parçekirin an jî dagirkirinê qebûl nake. Ji ber vê yekê artêşa Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi rêya komên çeteyan ên ji Sûriyê û hin ji dewletên biyanî xwest herêmê dagir bike û jixwe re herêmekê bide avakirin.”

Şahîn destnîşan kir ku komên çeteyan ne tenê demgrafiya herêmê guherîn, heman demê de sivîl qetil kirin, mal û milkên sivîlan talankirin û berjewendiyên artêşa Tirk bi cih anîn.

Têkildarî helwesta herêmê û cîhanê ya li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk Şahîn wiha got: “Kesî tu bertek nîşan nedan. Tenê QSD`ê li dijî artêşa Tirk şer kir û parastina sivîlan kir. Lê heke artêşa Tirk planên xwe derdewam bike, wê ne tenê li Sûriyê, heman demê de li hemû dewletên cîran karesat biqewime.”

Mihemed Şahîn wiha dawî li gotinên xwe anî: “Artêşa Tirk ji rêgeza neteweya demokratîk ditirse. Lê em ser heqiyê ne û ticarî heqî binax nabe. Em ê li berxwe bidin. Em ê mil bi mil li dijî artêşa Tirk bisekinin. Divê hikumeta Sûriyê, dewletên peywendîdar û rêxistinên mirovî bi karê xwe rabin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CMaiKikDrqA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>