Artêşa Lîbyayê: Hêzên me dê her keştiyek an balafireke Tirk bikeve xaka me birûxîne

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî ragihand ku hêzên artêşê dê her keştiyek an jî balafireke barhilgir ên Tirkiyê ku derbasî Lîbyayê bibe birûxîne.

Artêşa Lîbyayê: Hêzên me dê her keştiyek an balafireke Tirk bikeve xaka me birûxîne
16 kanûn, 2019   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de ku îro hatibû lidarxistin got, "Artêşa Neteweyî " çekên ku Tirkiyê ji "Milîsên" li bajarê Misratayê re dişînin dişopîne û got: "Artêşa Neteweyî niha bi serkêşiya fermandar Xelîfe Hefter şerê li paytexa Lîbyayê Terablusê bi rêve dibe û bargehên milîsan û depoyên çekên Tirkiyê yên li Misratayê dike hedef."

Ehmed El-Mismarî ragihand: "Em hebûna Tirkiyê li ser xaka Lîbyayê qebûl nakin" û got "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di mudaxleya Lîbayayê de li ser rêya şaş dimeşe."

Berdevkê Hêzên Hefter jî anî ziman ku Erdogan bi hdefkirina dewletên derdoraê hewl dide Lîbyayê bike bargeha terorê.