Karolîn Bezî: El-Herîrî ji tirsa helwesta koma xiristiyan xwest şêwiran bi paş bixin

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî destnîşan kir ku pirsgirêka Lubnanê ya niha ji ber nakokiyên bi dedorên xiristiyan re ye ku dengê xwe nadin El-Herîrî, ji ber vê yekê El-Herîrî di nava fikaran de ye û xwest şêwirên dozgerî werin paşxistin.

Karolîn Bezî: El-Herîrî ji tirsa helwesta koma xiristiyan xwest şêwiran bi paş bixin
17 kanûn, 2019   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN – YIHYA EL-HEBÎB

Aloziya li Lubnanê didome. Serokatiya Lubnanê paşdexistina şêwirên dozgerî yên der barê avakirina hikumeta de cara duyemîn ragihand, di demekê de ku xwepêşandan berdewam dikin.

Girêdayî vê mijarê rojnamegera lubnanî Karolîn Bezî ji ANHA‘yê re axivî.

Karolîn Bezî di destpêka axaftina xwe de got: "Di serî de Teyar El-Musteqbel (Şepêla Pêşerojê) û serokên hikumê yên berê red kir. Li ser vê yekê wezîrên ku dê di hikumeta pêş de cih bigirin, li hev nedikirin. Lê piştî  ku Navneda Fetwa yekşema borî ragihand ku Seed El-Herîrî tekane bernamzetê serokatiya hikumetê ye, di encamê de Semîr El-Xetîb bernamzetê serokatiya hikumetê yekşema borî xwe vekişand. Bi wê re jî duşemê soza nû ya şêwiran hat diyarkirin. Di encamê de tenê El-Herîrî bernamzet ma."

Karolîn bi domdarî got: "Di her du rojên dawî de bi taybet êvara yekşemê pêşketinên nû der barê tevger an şoreş an jî serhildanê de rû dan. Di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran de şer derket. Ew jî piştî ku xwepêşandêran kevir avêtin endamên hêzên ewlekariyê û hêzên ewlekariyê jî ji aliyê xwe ve bi bombeyên rûndikrêjê bersiv dan. Şer duh heta derengiya şevê giran bû. Li ser vê yekê wezîra karên navxweyî Reya El-Hesen fikarên xwe ji ber vê tevgerê anî ziman ku îhtîmal e bibe sedema paşdexistina şêwirên dozgerî. Dibe ku serok El-Herîrî daxwazên xwepêşandêran pêk aniye û ji serokkomr xwest şêwir heta pêncşema bê were paşdexistin."

Rojnameger Karolîn Bezî wiha pê de çû: "Bûyerên duh li kolanê rû dane tiştekî ne tesaduf bû, ji ber xwepêşadêran maskên li dijî bombeyên gazê û kumên ji bo parastinê li xwe kiribûn. Anku her tişt amadekarî jê re hatibûn kirin. Dîsa jî duh gelek bas ji bo veguhestina xwepêşandêran ji bakur, gihîştin navenda Beyrûtê."

Der barê nakokiyên li ser erkdarkirina El-Herîrî de, Karolîn Bezî got: "Komên xiristiyan ragihand ku ew dengê xwe nadin El-Herîrî, bi taybet hêz û ketîbe, di nav de Teyar El-Wetenî (Şepêla Nîştimanî) ya Azad heta niha bernamezetê serokatiya hikumetê ranegihandiye. Bi wê re jî heke El-Herîrî piranî deng wergirtin, dê erkdarkirina wî ne qanûnî be. Ji ber ku blokên xiristiyan deng nadin wî."

Rojnameger Karolîn Bezî di dawiya axaftina xwe de got: "Bi nêrîna min tişta ku li kolana Lubnanê rû dide, destpêkê ji bo paşxistina şêwiran bû. Lê belê yên ku ew hevotine bi ser nakevin. Dîmen êdî piştî ku serok El-Herîrî ji serok Ewn xwest şêwirên dozgerî heta pêncşemê paş bixe, diyar bûn da ku şêwirên zêdetir pêk bînin, bi taybet bi aliyên xiristiyan re."

ANHA