Şêniyên Amûdê: YPJ û YPG stûnên hêza gelên herêmê ne

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê bang li ciwanan kir ku tevli nav refên YPG û YPJ`ê bibin û axa xwe ji artêşa Tirk a dagirker biparêz in. Şêniyan gotin: “YPG û YPJ stûna hêza gelên herêmê ne.”

Şêniyên Amûdê: YPJ û YPG stûnên hêza gelên herêmê ne
17 kanûn, 2019   06:00
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi rêya êrişên xwe gelê herêmê bi tevahiya pêkhateyên wê ve dike hedef. Tirkiye bi rêya hevdîtinên dîplomasî hewl dide rastiya YPG û YPJ`ê yên ku gelên herêmê û  yekîtiya neteweyî parastin, bike.

‘ERDOGAN DESTEKA TERORÊ DIKE’

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê gotin: “Pêwîste piştgiriya  YPG û YPJ`ê bê kirin. Em bang li ciwanan dikin ku beşarî nava YPJ û YPG’ê bibin.”

 Şêniyê bi navê Ehmed Şêxmûs wiha axivî: “Tevahiya hewldanên dewleta Tirkiyê di civînên NATO`yê de ji bo ku YPG`ê têkeve lîsteya terorê bû. Tevahiya cîhanê dizanin ên ku şerê terorê kirin û tune kirin şervanên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk bûn. Erdogan jî destek û piştgiriya terorê kir."

Şêxmûs komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Kanûnê de li Til Rifetê pêk anî û di encam de 10 kes jê 8 zarok qetil kir, bi bîr xist û got: “Ê ku zarokan dikuje terorîst e. Tirkiye û çeteyên wê sivîlan dikujin û milkên wan talan dikin. YPJ û YPG tevahiya pêkhateyên herêmê bê cudahî diparêz e. Dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina YPG`ê şerê hêviyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

‘YPG Û YPJ CIWANÊN ME NE’

Ehmed Şêxmûs diyar kir ku pêwîste hêza YPG û YPJ`ê xurt bibe û ciwan tev li nav refên wan bibin. Şêxmûs got: “Wek gel em piştgiriya hêzê dikin, ji ber ku ciwanên me ne û em li rex wan disekinin. Em bang li tevahiya ciwanên li derve kir ku vegerin welatê xwe û tev li nav refên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk bibin. Ji bo ku gelê xwe ji êrişên Tirkiyê biparêzin."

Jina bi navê Caziye Berî bang li ciwanan kir ku li mal rûnenin, dakevin qadên şer û li rex YPG û YPJ`ê çek rakin û axa xwe biparêzin.

Jina bi navê Dilşa Hec Yunis got: "YPG û YPJ pişta me ne. Ez bang li tevahiya ciwanan dikim ku çek rakin û tev li YPG û YPJ`ê bibin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8EyOOrizqfo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>