Çalakiya konvendanê ya li Eyn Îsayê di roja 3‘yan de ye

Çalakiya konvedanê ya ku li navçeya Eyn Îsayê li dar ketiye di roja sêyemîn de didome.

5 kanûn, 2019   16:11
EYN ÎSA

Çalakiya konvedanê ya ku li navçeya Eyn Îsayê li dar ketiye di roja sêyemîn de didome.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û navçeyên wê, Mensûre, Cirniye û gundewarên wê tev li çalakiya bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsên  "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Hêzên Sûriye Demokratîk nûnertiya min dike" û alên Hêzên Sûriye Demokratîk û wêneyên şehîdan hildan.

Di çalakiyê de li ser navên Meclisa Jinan Nesra Ebake, Meclisa Kantona Girê Spî hevseroka meclisê Hêvîn Îsmaîl û Meclisa bajarokê Mensûre hevserokê meclisê Ehmed El-Nehar axaftin hatin kirin.

Axaftvanan komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên Sûriyê şermezar kirin bi taybet komkujiya li Til Rifetê ya ku di encamê de 10 kes şehîd bûn piraniya wan zarok bûn.

Axaftvanan piştgiriya xwe ya bi Hêzên Sûriye Demokratîk û Berxwedana Rûmetê re anîn ziman

Her wiha destnîşan kirin ku tolhildêrê welatparêz û azad ew axa welêt xwe ji hêzên zordest diparêze, ne ku alîkariya dijmin dike ji bo ku planên wî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pêk bîne.

Axaftvanan bang li civaka navdewletî kirin ku bi lez bilivin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxînin û wan ji ber sûcên kirine muhesebe bikin.

Çalakiya konvedanê berdewam e. Tê payîn şêniyên  Reqa û gundewarê roja Şemî tev li çalakiyê bin.

(şx)

ANHA