Rêveberiya Dêrazorê û saziyên jinan komkujiya Til Rifetê şermezar kirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê û jinên saziyên jin ên bajarokê Hecînê bi du daxuyaniyan komkujiya artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokên Til Rifetê û bêdengiya navdewletî li hember sûcên Tirkiyê yên domdar li dijî gelê Sûriyê şermezar kirin.

Rêveberiya Dêrazorê û saziyên jinan komkujiya Til Rifetê şermezar kirin
5 kanûn, 2019   16:08
DÊRAZOR

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Qanûnzas a Dêrazorê Melek El-Rebah ve li ber avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li bajarokê Kesrat li rojavayê gundewarê Dêrazorê hate xwendin. Endamên komîte û saziyên sivîl ên girêdayî wê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de qirkirina komî û nijadî tevî koçberkirina bi zanabûn a ku Tirkiyê ji bo ku timayên xwe li Sûriyê pêk bîne dike hatin destnîşankirin. Tirkiyê terorîstên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di êrişên xwe de bi kar tîne û ev hemû li pêşberî çavên cîhanê rû dide.

Di daxuyaniyê de bang li NY û Konseya Ewlehiyê hate kirin ji bo ku girtekên çalak ji bo ku gelên Sûriyê bi taybet zarokan biparêzin.

Her wiha hate destnîşankirin ku di komkujiya Til Rifetê de 10 sivîl di nav de 8 sivîl şehîd bûn û hinek din jî birîndar bûn. Ev komkujî di eniya mirovahiyê de lekeyek şermê ye û sûcek din e ku li lîsteya sûcên Tiriyê zêde dibe.

BAJAROKÊ HECÎNÊ

Bi dehan jin li ber Saziya Çandiniyê li navenda bajarokê Hecînê li gundewarê Dêrazorê kom bûn ji bo ku bêdengiya navdewletî li hember komkujiyên Tirkiyê li dijî wan şermezar kirin.

Endamên saziyên jin û saziyên sivîl ên bajarokê Hecînê û gundên derdora wê  tev li çalakiyê bûn. Ji bo ku rave bikin ku ew dagirkeriya Tirk qebûl nakin û bang li civaka navdewletî bikin ji bo Tirkiyê û çeteyên wê ji axa Sûriyê derxînin.

Jinan pankartên bi nivîsên `Em bêdengiya navdewletî li hember komkujiyên hovane li dijî zarokan şermezar dikin`, `Wek gelên Dêrazorê em bi yek dengî dibêjin na ji zihniyeta osmanî ya nû re` û `Kujer Erdogan tevî alên Hêzên Sûriye Demokratîk` hildan.

Çalakiya jinan bi daxuyaniyekê bi navê jinên Hecîn û gundên girêdayî wê destpê kir. Endama rêveber a Mala Jin a Hecînê Fatme El-Seyd daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyî bi giştî û Hecîn û gundewarê bi taybet em êrişên hovane yên arêtşa Tirk a dagirker ên ku bûn sedama komkujiya li dijî zarok û sivîlan li Til Rifetê roja Duşemê 2-12-2019`an de şermezar dikin.

Di vê roja reş de bi xwînekî sar û di encama topbaranê de zarok bi destê kujerê zarokan û mirovahiyê bi destê Erdogan hatin kuştin. Ev xelekek û rêzek girêdayî planên DAIŞ`ê yên berê ne. Lê îro bi rûyek din in.

Dîrok li kesê qetilkirina bêgunehan vedişêre nayê rehmê û em ji tevahiya cîhanê re radighînin ku em amade ne êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bişkînin.

Em helwestên dewletên ereb ên ku li hember komkujiyê li dijî gelên Sûriyê pêk tên bêdeng dimînin şermezar dikin û em bang li wan dikin ku helwestek diyar li hember bûyerên li dijî me têne kirin nîşan bidin.

Em bang li gel dikin ku bi yekrêzî li rex rêveberiya xwe bisekine. Em careke din piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê re teqez dikin.`

(şx)

ANHA