Meclisa Edaleta Civakî komkujiya li Til Rifatê şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic û gundewarê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û bêdengiya civaka navdewletî ya ji komkujiya li Til Rifatê şermezar kirin.

Meclisa Edaleta Civakî komkujiya li Til Rifatê şermezar kir
5 kanûn, 2019   16:18
MINBIC

Meclisa Edaleta Civakî ya bajar û gundewarê Minbicê bi daxuyaniyekê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Ti Rifat a Şehbayê pêk anîbû şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê endamên Meclisa Edaleta Civakî em êrişên hovane yên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûriyê bi taybet li dijî zarokan pêk tîne şermezar dikin. Em ji dayikên zarokan re dibêjin her dilopek ji xwîna zarokan wê nifşekî nû ava bike ku dê ji zulma Erdogan re tolê rake. Balafirên Tirkiyê wê me bêdeng neke, lê belê israr û girêdana me ya bi azadiyê ve dê xurtir bike. Her wiha em ji civaka navdewletî re dibêjin ku hûn jî bi bêdengiya xwe hevkarê qatil in."

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic û gundewarê wê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi lez bikevin tevgerê û "Sûcdar Erdogan ceza bikin".

ANHA