Li Heleb û Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Jinên li Minbic û Helebê têkildarî 25‘ê Mijdarê û komkujiya li Til Rifatê çalakî kirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên der heqê jin û zarokan de şeremzar kirin.

5 kanûn, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên  25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Li Heleb û Minbicê bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan êm dagirkerî û faşîzmê têk bibin" çalakî hatin li darxistin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RYl94iOlRYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Mamoste û xwendekarên jin ên Helebê bi boneya 25‘ê Mijdarê li dibistana Beraa Bin Malik a beşê rojilatê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo ve hate xwendin.

Zîlan, berxwedana hersê xuşikên Mîrebal a li dijî zulmê bi bîr xist û komkujiya li Til Rifatê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî zarokan pêk anîbû şermezar kir.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedanê jinê hatin berzkirin.

MINBIC

Bi heman armancê jinên bajar û gundewarê Minbicê li çarxerêya Jinê ya bajarê Minbicê hatin bav û çalakiyeke kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê û Gundewarê wê rêvebera meclisê Tehanî Ellezîz , bi navê Meclisa Jinan a  bajarê Minbic û gundewarê wê Nesrîn Elî û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endama partiyê Ezab El-Ebûd axaftin hatin kirin. Di hate gotin, ku rexmî hemû zor û zextan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe ya li hemberî zihniyeta desthilatdar didomînin û di cîhanê de bûne nimuna azadî û berxwedanê.

Her wiha hate gotin ku dagirkerî di êrişên xwe yên li ser herêmê de di serî de jinan dike hedef. Kesên axivîn bang li hêzên cîhanê kirin ku li hembreî sûcên dagirkeriya Tirk helwesteke cidî nîşan bibe û ji jinan xwestin têkoşîna xwe mezintir bikin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê daxuyaniyek têkildarî komkujiya 2‘yê kanûnê ya li Til Rifatê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîbû hate xwendin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Ebo daxuyanî xwend û got: " Di 2‘yê Kanûna 2019‘an de dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me yên sivîl ê li Til Rifatê komkujiyeke nû pêk anî. Ev komkujî berdewama kiryarên dagirkeriya Tirk ji kuştin, koçberkirina bi hezaran ji şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê ye. Komkujiya ku hatî kirin, li dijî şêniyên me yên Efrînê bûn, ku dewleta Tirk a dagirker ew bi darê zorê ji warên wan koçber kirin.

Em Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî, Rûsya, Amerîka, Yekitiya Ereban û Komkara Ereban dikin ku erka xwe ya mirovî û qanûnî pêk bînin û sînorekî ku ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker re deynin."

ANHA