Mamoste û xwendekarên Til Rifet: Divê rêxistinên mirovî parastina jiyana sivîlan bikin

Mamoste û xwendekarên navçeya Til Rifetê komkujiya ku dagirkeriya Tirk li ser sivîlan pêk anî şermezar kirin û bang li rêxistina UNCEF û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi erka xwe rabin û parastina jiyana sivîlan û zarokan bikin.

Mamoste û xwendekarên Til Rifet: Divê rêxistinên mirovî parastina jiyana sivîlan bikin
5 kanûn, 2019   14:48
ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê, îro xwendekar û mamosteyên navçeya Til Rifetê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin û banga paratina zarokan kirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rosêl Ebdilhemîd hate xwendin û wiha got:

"Qêrînên jinên Şengal, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê û niha jî komkujiya ne mirovî li Til Rifetê dûbare dibe.

Aloziya aborî ku dagirker jê astengiya dibînin, roj bi roj xeteriyê li ser gelê me çêdikin.

Dewletên desthilatdar li Rojhilata Navîn û taybet li Rojavayê Kurdistanê pir dibin, li her derên ku Kurd lê dijîn dewleta Tirk êriş dike û komkujiyan derheqê wê de pêk bîne.

Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk li ser Til Rifetê ya birîndar kir ku di encama wê de 10 kes şehîd bûn ku piraniya wan zarok in, ev komkujî dê di dîroka dagirkeriya Tirk a reş de bê nivîsandin, em van êrişan şermezar dikin.

Ji bo rêxistin û saziyên navneteweyî û di serî de rêxistina UNCEF divê sînorekî ji van êrişan re deyîne .

Em wek mamoste û xwendekarên Til Rifetê van komkujiyên nemirovî li ser zarokan şermezar dikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bidawî bû.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CMVzAABnAH0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>