Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn

Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo bîranîna şehîd Şîlan Kobanê endama komîteya navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fuad û Cemîl du civînên cuda li navçeyên Rojhilat û Rojava yên bajarê Qamişlo li bakurê Sûriyê û yek li navçeya Amûdê li dar xistin.

Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li kantona Qamişlo hatin bibîranîn
30 mijdar, 2019   15:20
AMÛDÊ -QAMIŞLO

Civîna li navçeya Rojhilat( Şerqiye) li Hola Seyran a li taxa Cûdî li rojhilatê bajêr li dar ket. Civîna li navçeya Rojava ( Xerbiye) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand ûHunerê li dar ket. Ya navçeya Amûdê jî li Hola El-Kerem li dar ket.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê ji Kurd, Ereb û Suryan tevî amadebûna hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Şahoz Hesen tev li civînan bûn.

Di civîna li navçeya Rojhilat de hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen, di civîna Rojava de endama Meclisa Jin a PYD`ê Arife Bekir, li navçeya Amûdê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulhadî Ehmed û û endama Meclisa Jin a PYD`ê Hêlîn Şawîş axivîn.

Axaftvanan di destpêka axaftinên xwe de têkoşer Şîlan Kobanê bi bîr anîn û şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên gelê Kurd û gelên herêmê di azadiyê de teqez kirin. Axaftvanan gotin Tirkiyê şer dike û dixwaze wêneya PYD`ê ji ber ku xwedî projeyek demokratîk e berovajî bike.

Axaftvanan diyar kirin ku têkoşer Şîlan ji ber ku jib o gelên herêmê tê dikoşiya û bi fikr Rêber Abdullah Ocalan bawer dike hate hedefghirtin. Êirşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya li dijî Şîlan û hevalên wê ne.

Axaftvanan destnîşan kirin ku Rejîma Sûriyê êrişî raperîna gelêrî ya bajarê Qamişlo kir. di encamê de endamên Partiya Yekitiya Demokratîk hatin girtin. Hinek ji wan di bin îşkenceyê de şehîd ketin. Hîna çaranûsa heval Xelat ne diyar e.

Axaftvanan teqez kirin ku tevî komployên li dijî Partiya Yekitiya Demokratîk têne plankirin, lê ew di rêgez û têkoşîna hevalên xwe yên şehîd didomînin. Heta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê maf û azadiya xwe di Sûriyeyek demokratîk de bi dest bixin.

(şx)

ANHA