‘Em dagirkeriya Tirk red dikin û banga derketina wê ji herêmê dikin‘

Girseya gel a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xwepêşandana li navçeya Eyn Îsa de, tekez kirin ew êrişên dwleta Tirk li ser herêmê û kiryarên wê yên derexlaqî red dikin. Şêniyan diyarkirin hebûna wan li vê derê nîşana yekîtiya pêkhateyên herêmê li hemberî dagirkeriyê ye.

‘Em dagirkeriya Tirk red dikin û banga derketina wê ji herêmê dikin‘
‘Em dagirkeriya Tirk red dikin û banga derketina wê ji herêmê dikin‘
‘Em dagirkeriya Tirk red dikin û banga derketina wê ji herêmê dikin‘
‘Em dagirkeriya Tirk red dikin û banga derketina wê ji herêmê dikin‘
30 mijdar, 2019   14:59
EYN ÎSA

Bi hezaran xelkê herêmên Kobanê, Girê Spî, Reqa, Dêrazor û Tebqayê ji bo piştevaniya QSD û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li navçeya Eyn Îsayê hatin bav hev û meşek li dar xist.

Hin kesên ku beşdarî xwepêşandanê bibûn, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Hecîn Şîhab ê ji bajarê Reqayê diyar kir ku xwepêşandan nîşaneya hevgirtina wan a li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk e û got: "Gelên vê herêmê bi hezaran şehîdan dane. Em ê li hemberî planên dewleta Tirk a xaka Sûriyê Sûriyê dagir dike û niştecihên wê yên resen koçber dike, bisekinin."

Îbrahîm Ziyab ê ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî destnîşan kir ku kombûna li vir ji bo redkirina wêrankirin, kuştin û koçberkirina ku dewleta Tirk derheqê şêniyên herêmên dagirkirî pêk tîne ye û got, herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ewle bûn, gelê wê di nava aştiyê de bûn, beriya ku Tirkiyê bi hincet ne di cih de dagir bike.

Îbrahîm El-Ziyab bang li dewltên cîhanê kir ku qetilkirina ku dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, rawestîne û vegera şêniyan a li malên xwe mîsoger bike.

Sozan Ebûd jî got: "Koma li vir ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên me ye û nîşaneya kombûna me ya li derdora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD‘ê ye ku bi berxwedana xwe efsaneyên qehremaniyê raber dikin."

ANHA