Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn

Şehîdên meha Mijdarê yên Minbicê yên bi merasîmekê li goristana Şehîdan hatin bibîranîn.

Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
30 mijdar, 2019   15:43
MINBIC

Bi beşdarbûna şêniyên bajarê Minbic û gundewarê wê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê şehîdên meha Mijdarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo axivî "Şehîd mişaleyên rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî dikin û efsanên qehremanî û lehengiyê xêz kirin da ku gel li ser axa xwe bi azadî û rûmet bijî."

El-Îdo banga xwedîderketina li destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin kir.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA