Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn

Têkoşerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûad (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Hacî Cûma Elî) ku 29'ê Mijdara 2004'an li Mûsilê di kemînekê de şehîd bûn, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin bîranîn.

Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Helebê hatin bibîranîn
29 mijdar, 2019   16:33
HELEB

Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê  têkoşerên partiyê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûad (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Elî) û Ciwan (Hacî Cûma Alî) ku 29'ê Mijdara 2004'an li Mûsilê di kemînekê de şehîd bûn, bi bîranîn.

Bi dehan şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl beşdarî biranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêveberên Kongreya Star û PYD‘ê Îsa Mustefa axivîn. Di axaftinan de rola şehîdan a parastina doza gel xwe hate destnîşankirin. Hate gotin ku destê xedirê yê dirêjî şehîd Şîlan û hevalên wê kiribûn heman in ê dirêjî şehîd Hevrîn Xelef kirin û zihniyet yek ku azadî gelan û jinan bi taybet naxwazin.

Di axaftinan de banga hevgirtinê li hemberî komployên dijî gelên herêmê hate kirin.

Di dawiya bîranînê de belgefîlmeke li ser jiyana şehîd Şîlan û hevalên wê hate pêşandan.

ANHA