Putin: Encamên êrênî yên der barê sînorê Sûriyê- Tirkiyê de bi desteka Kurdan pêk tên

Serokê Rûsya Putin got "Bûyerên niha li Sûriyê rû didin, encamên erênî yên diyar ên der barê sînûrê Sûriyê- Tirkiyê de çêdibin bi desteka Kurdan pêk tên, ev ji berjewendiyên wan e. Xelk li wir vê fam dikin û bi hezkirin nêzîk me dibin."

Putin: Encamên êrênî yên der barê sînorê Sûriyê- Tirkiyê de bi desteka Kurdan pêk tên
29 mijdar, 2019   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsya Vlademir Putin di civîna Konseya Têkikiyên Netewî ya bajarê Nalchik de axivî. Putin anî ziman ku "Dewriyeyan polîsên leşkerî yên Rûsyayê li bajar û bajarokên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi elaqeya xweş ji aliyê xelk Kurd hate qebûlkrin, ji ber xelk dibînin ku artêşa Rûsya ji bo parastina wan hatine, ev rastiyek e."

Serokê Rûsya got: "Dixwazim balê bikşînim ku têkiliyên me yên bi gelê Kurd re dîrokî ne, gelek xweş in."