Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin

Şêniyên Minbic û Babê sersaxî ji malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Hisen El-Deas (Hesen Heleb) re yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hesen re hate xwestin
29 mijdar, 2019   15:44
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Hisên El-Deas (Hesen Heleb), 23‘ê Mijdarê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li Eyn Îsayê şehîd bû.

Konê sersaxiyê li gundê Îlan ê bakurê bajarokê Erîma yê  hate vedan.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Minbicê û xelkên bajarê Babê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên Babê, fermandarên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê herikîn bin konê sersaxiyê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Babê fermandarê meclisê Îmad Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê endama Meclisa Hesna El-Zahir axivî. Hesna anîz iman ku şehîdan bi keda xwe teror û desthildarî şikandin û dê gel wefedarê şehîdan bin.

Piştre hevserokê Desteya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan a li hemberî êrişan û got, şehîdê Hesen El-Deaş ê ji Babê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû mînaka vê hevgirtinê ye.

El-Maşî îşaret pê kir ku şopandina xeta şehîdan misogeriya parastina destkeftiyan e.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî bavê şehîd hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA