QSD‘ê encamên şer û berxwedana roja 51‘emîn eşkere kir

QSD‘ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêma eniyê tevgera xwe ya dagirkeriyê û êrîşên xwe yên çekên giran û balafirên bê mirov domandin.

QSD‘ê encamên şer û berxwedana roja 51‘emîn eşkere kir
29 mijdar, 2019   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana roja 51‘emîn a Berxwedanê Rûmetê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin paravekirin:"

"Til Temir

Artêşa dagirker li gelek gundên Til Temir bi piştevaniya çekên giran êrîşên giran bir ser herêmên sîvîl. Heriwha balafirên bê mirov tevgera xwe domandin. Komên çete li gundên Qasimiyê, Dawûdiyê, Til Cimo û li ser rêka di navbera Êrîşa û Salihiyê bi top û tangan êrîş li dar xistin.

Eyn Îsa

Artêşa Tirk a dagirker bi awayek bê ser û ber herêma Eyn Îsa, rêya M4 a navdewletî û gundewarên Eyn Îsa da ber obus û tangan û faaliyetên keşfê yên bi balafirên bê mirov berdewam kir. Artêşa dagirker çeperên hêzên me, hêzên artêşa Sûrî û herêmên sîvîl li gundên Şêrgirad, Ebû Sire û rêya M4 bi awaye giran topbaran kir. Herwiha artêşa Tirk li gundên Cideydê û Bîr Kîno yên ser bi herêma Qiz Alî êrîşên çekên giran li dar xistin. Hêzên artêşa Sûrî bersiva van êrîşan dan.

Artêşa dagirker îddîa dike ku di roja 27ê Mijdarê de 2 leşkerên wan li Akçakale di encama lêdana hawanan de hatine kuştin. Lê belê ev îddîa ne rast e û tu êrîş ji alî hêzên me ve li ser wê herêmê nehatiye kirin. Artêşa dagirker mirina leşkerên xwe yên ku li cîhek din çêbûye me sûcdar dike û bi vî awayî hewl dide binpêkirinên xwe yên agirbestê rewa bike."

ANHA