Piştî xwepêşandanan Adil Abdulmehdî li ser îstîfaya hikumetê bi israr e

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ragihand ku bi israr e ku piştî xwepêşandanên li welêt îstîfaya hikumetê ji parlamentoyê re ragihîne.

Piştî xwepêşandanan Adil Abdulmehdî li ser îstîfaya hikumetê bi israr e
29 mijdar, 2019   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Adil Abdulmehdî israra li ser îstîfakirina hikumetê piştî çend saetên ji şermezarkirina Elî El-Sîstanî yê Lêvegera Olî ya Bilind a şîeyên Iraqê ya bikaranîna hêzê ya kuştinê li dijî xwepêşandêran û hişyariya parlamenteran a der barê lêvegera piştevaniya hikumetê de, bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniya îstîfayê de Abdulmehdî wiha got: "Bi baldariyeke mezin min guhdarî li xutbeya Lêvegera Olî ya Bilind kir û wek berisva vê bangê, hêsankirin û lezdayîna pêkanînê, dê nivîseke fermî ya daxwaza îstîfayê ji serokatiya hikumeta niha re, rakim parlamentoyê."

Axaftinên El-Sîstanî yên ku li ser zimanê nûnerê wî di xutbeya înê de ku li ser televîzyonan zindî hatiye weşandin, wek fermanek ji parlamenteran re der heqê hewldana guhartina hikumetê li gel tevliheviya tundiyê ya li welat de hat şîrovekirin.

Abdulmehdî di daxuyaniyê de wiha îşaret pê kir: "Berê min ev vebijêrk (îstîfa) di muzakereyên fermî de li gorî bejewendiya gel û welat ragihandibû."

Girêdayî mijarê gerînendeyê Buroya Serokwezîrê Iraqê Mihemed El-Haşim îstîfaya xwe pêşkêş kir.

Piştî ragihandina Abdulmehdî ya israra pêşkêşkirina îstîfayê, li Qada Tehrîr a li naverasta Bexdayê şahî pêk hat.

(fr)