Enwer Mislim: Divê hikumeta Sûriyê bi awayekî cidî bersiva êrişên Tirkiyê bide

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Mislim daxwaz ji Şamê kir ku roleke aktîf di têkbirina êrişa dewleta Tirk a li ser bakurê welêt de bilîze, her wiha diyar kir ku girîng e bi awayekî zêdetir cidî tev bigere da ku parastina destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bê kirin.

Enwer Mislim: Divê hikumeta Sûriyê bi awayekî cidî bersiva êrişên Tirkiyê bide
29 mijdar, 2019   13:14
KOBANÊ

Enwer Mislim di civîna rûspî û nûnerên eşîrên herêma Firatê de ku îro li bajarê Kobanê hate lidarixstin, axivî.

Mislim îşaret bi girîngiya hebûna Rûsyayê û artêşa Sûriyê kir ku herî dawî li herêmên sînor bi Tirkiyê re belav bû ku bibe ewlehî, ne ku bê deng bibe.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê destnîşan kir ku ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û rawestandina wê divê Şam berpirsyariya parastina sînorê Sûriyê bigire, tevî van lihevkirinan û tevgera Şamê, lê êrişên Tirkiyê ku di encama wê de komkujî pêk hatin, a herî dawî komkujiya Qurnefilê ku di encama wê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ranewestiyan. Enwer Mislim berpirsyariya wê yekê girt ser milê aliyên garantor ên Rûsya û hikumeta Sûriyê.

Enwer Mislim wiha lê zêde kir: "Helwesta Rêveberiya Xweser ji destpêkê de zelal e, ew jî diyaloga Sûrî – Sûrî ye, lê divê aliyên din û di nav de hikumeta Sûriyê ku girîng e bi awayekî hîn zêdetir bi nermî tev bigere da ku parastina destkeftiyên gelê Sûriyê bikin.”

(jo)

ANHA