Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Semîr pêşkêşî malbatê kir

Şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Semîr El-Xidir kir û wesîqeya şehadetê piştî merasîmê pêşkêşî malbatê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Semîr pêşkêşî malbatê kir
Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Semîr pêşkêşî malbatê kir
29 mijdar, 2019   13:57
TEBQA

Îro şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan serdana konê sersaxiyê yê şehîdê Berxwedana Rûmetê Semîr El-Xidir (Şahîn Dêrî) li taxa sêyemîn a bajarê Tebqayê kir ku wesîqeya şehîd bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li Tebqayê, pêşkêşî malbatê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm Îbrahîm axivî û îşaret pê kir ku qurbaniyên mezin di oxira parastina axa welat û jiyana hevbeş de hatin dayîn.

Îbrahîm wiha axivî: "Şehîd bi dayîna qurbaniyan mirovan fêrî wateya dayînê dikin, her wiha pêxemberên dilovaniyê yên hezkirinê li ser erdê belav dikin û jiyana azad a birûmet bi têkoşîna li dijî terorîzmê, pêşkêş dikin."

Şehîd Semîr Cemal Xidir di 10’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Girê Spî di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA