Mihemed Şahîn: Binpêkirinên Tirkiyê û girîngiya rawestandina êrişan mijrên nîqaşê bûn

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn mijarên ku bi şaneya Rûsyayê re nîşqan kirine eşkere kir û got, aliyê Rûsî jî soz da ku dê di çend rojên pêş de êrişên Tirkiyê bêne rawestandin.

Mihemed Şahîn: Binpêkirinên Tirkiyê û girîngiya rawestandina êrişan mijrên nîqaşê bûn
26 mijdar, 2019   15:10
KOBANÊ – DICLE EHMED

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî hevdîtina wan a bi şandeya Rûsyayê re li bajraê Kobanê ji ANHA‘yê axivî.

Mihemed Şahîn diyar kir ku êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayên û binpêkirinên Tirkiyê wê yên ji peymana Sochî re ya 22‘ê Cotmehê bi Rûsyayê re îmze kiribû hatin nîqaşkirin "Me bi şandeya Rûs re rola hêzên Rûsyayê di herêmê de, rewşa mirovî ya piştî êrişên Tirkiyê nîqaş kirin. Her wiha mekanîzma rêxistinî ya hevpar a di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Rûsyayê de ya bi armanca parastina ewlehiya herêmê hatin nîqaşkirin."

Şahîn civîn erênî nirxand û wiha domand "Ev civîn ji bo danîna mekanîzma pêşxistina têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Rûsyayê de erênî bû ku xizmeta berjewendiyên gel û herêmê bike. Şandeya Rûs ji me re teqez kir ku ew ê herêmê biparêzin û bersiva her xeteriyan bidin."

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser navçeya Eyn Îsayê Mihemed Şahîn got "Ev mijar a herî girîng di nîqaşên civînê e bû. Me binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê yên ji peymana Sochî re nîqaş kirin, tevî ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi lihevkirinê pabend bû. Şandeya Rûs soz pêşkêş kirin ku dê di rojên bê nêzî de êrişên li ser Eyn Îsa û rêya navdewletî werin rawestandin."

ANHA