Çeteyên li Girê Spî li dijî Tirkiyê xwepêşandan lidar xistin

Çeteyên li Girê Spî li dijî Tirkiyê derketin xwepêşandanan û xwestin vegerin Idlibê.

Çeteyên li Girê Spî li dijî Tirkiyê xwepêşandan lidar xistin
26 mijdar, 2019   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk li deriyê sînor ê Girê Spî xwepêşandanek li dijî dewleta Tirk li dar xistin. Çeteyan xwestin vegerin Idlibê.

Çavkaniyan diyar kirin, leşkerên dagirkeriyê deriyê sînor li pêşiya çeteyan girtin.

ANHA