El-Herîrî biryara dawî da: Tu niyêtên min ên avakirina hikûmeta nû tunene

Serokê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî diyar kir ku hikûmeta ku tê payîn were avakirin, dê serokatiya wê neke. El-Herîrî ragihand ku ev biryara wî ya dawî ye û jê venagere.

El-Herîrî biryara dawî da: Tu niyêtên min ên avakirina hikûmeta nû tunene
26 mijdar, 2019   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî îro ragihand ku ti niyetên wî yên avakirina hikumeteke nû tinene. Her wiha tekez kir ku ev biryara wî ya dawî ye û jê venagere.

El-Herîrî daxuyand ku wî ji serok Mîşal Ewn xwestiyê nîqaşan pêk bîne da ku serokwezîrekî nû ji bo hikûmetê were hilbijartin û hikûmeta nû were avakirin.

El- Herîrî her wiha diyar kir ku bêyî hikûmeteke ku ji kesên pispor pêk were, aloziya li welêt bidawî nabe.

Seed El-Herîrî got "Piştî 40 roj di ser tevgera gelê Lubnanê, û nêzî mehekê di ser îstîfaya hikûmetê re derbas bûn, diyar e ku rewşa înkarkirinê ku di dirêjahiya hefteyên borî de hate nîşandan, ji aloziya niştimanî ya mezin û aloziya aborî ku welat tê re derbas dibe her wiha ku nahêle çareseriyeke cidî ji herdu aloziyên bi hev girêdayî ve were dîtin, xetertir e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, ji 17`ê meha Cotmeha borî ve li Lubnanê xwepêşandan û nerazîbûnên mezin li gelek bajaran ji ber rewşa siyasî û aborî, tên lidarxistin. Di encamê de heta niha serokê hikûmetê Seed El-Herîrî istîfa kir.