Civînên komîteya destûrê ya Sûriyê bi bin dikevin

Buroya nûnerê navneteweyî yê Sûriyê, ragihand ku civînên komîteya destûrê heta niha ji ber nerazîbûnên der barê ajandeyên kar de nehatine lidarxistin.

Civînên komîteya destûrê ya Sûriyê bi bin dikevin
26 mijdar, 2019   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyê Jenever Fanton, diyar kir ku nerazîbûnên nû der barê ajandeyên kar de, li pêşiya lidarxistina civînên biçûk ên komîteya destûrê ya Sûriyê li Cinêvê dibin asteng.

Jenever duh di daxuyaniyeke xwe de got: "Her du serokên beşdar ji bo lîsteya kar û xebatan, pêşniyar pêşkêş kirin. Pêşniyar hatin parvekirin lê belê negihîştin tu encaman û nîqaş hîna berdewam in."

Ajansa SANA ya girêdayî rêjîma Sûriyê îro li ser navê şandeya civaka sivîl ragihand ku ji ber serhişkiya şandeya rejîma Tirkiyê, di lidarxistina civîna roja duyemîn de pirsgirêk hene.

Hewldanên komîteyê yên lidarxistina tora duyemîn ya civînan duh ji ber derketina şandeya rejîma Sûriyê ji avahiya NY’yê, bi bin ketin.

ANHA