Şandeya Rûsyayê: Der barê komkujiyên ku Tirkiyê kirine de, agahî di destê me de hene

Şandeya Rûsî diyar kir ku di destê wan de agahiyên der barê komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî zarok û sivîlan pêk anîne, hene û soza vekirina lêpirsînê da.

Şandeya Rûsyayê: Der barê komkujiyên ku Tirkiyê kirine de, agahî di destê me de hene
Şandeya Rûsyayê: Der barê komkujiyên ku Tirkiyê kirine de, agahî di destê me de hene
Şandeya Rûsyayê: Der barê komkujiyên ku Tirkiyê kirine de, agahî di destê me de hene
26 mijdar, 2019   13:59
KOBANÊ

Şandeya Rûsyayê ku îro gihaşt bajarê Kobanê, civînek bi Rêveberiya Herêma Firatê (kantonên Kobanê û Girê Spî) re li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li bajarê Kobanê, li dar xist.

Şandeya Rûsî, di nav de generalê Rûsî Kim ku berpirsê têkiliyan û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerê ji Wezareta Derve ya Rûsya ye û ji 4 endaman pêk tê û ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Enwer Mislim û Lemîs El-Ebellah û cîgirê Serokatiyê Mihemed Şahîn ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin, şandeya Rûsî ji dezgehên çapemeniyê re axivî.

General Kim armanca serdanê diyar kir û got serdan bi armanca pêşxistina têkiliyên di navbera hikumeta Rûsyayê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê û zêdekirina noqteyên tenduristiyê li herêmê ye, da ku ku rewşa xizmetguzarî ya herêmê çareser bibe.

Têkildarî êrişên li dijî herêmê generalê Rûsî wiha anî ziman: “Hikumeta Rûsyayê dê bi hemû dezgehên xwe parastina şêniyan bike û ewlehiya herêmê mîsoger bike. DI heman demê de der barê komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîl û zarokan pêk anîne, em xwedî agahî ne û dê radestî aliyên peywedîdar bikin, da ku dest bi lêpirsînê bikin.”

Der barê gotûbêjên xizmetguzariyê de general Kîm got wan nîqaşa kar û barên xizmetguzariyê kiriye û hevdîtin erênî bi rê ve çû û wiha domand: “Hikumeta Rûsî niha li herêmê ye û parastina ewlekariya herêmê dike. Ew ê binesaziya herêmê saz bikin û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî gel bikin.”

(eh)

ANHA