Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 

Axaftvanên di merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê ya kantona Şehbayê de diyar kir ku lehengiya ku pêk hat, rêya serkeftinê û derxistina dagirkeriyê ji xaka Sûriyê ye.

Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
Li Şehbayê merasîma 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê 
26 mijdar, 2019   13:35
 ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê îro merasîmek li Kampa Berxwedan ya li kantona Şehbayê ji şervanekî QSD`ê û 2 şervanên YPJ`ê; Şehîd Reşîd Mûsa (Xabûr Hawar), Bêrîvan Hisên (Şayan Sebrî) û Şîlan Hedad (Binefş Cûdî) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, li dar xist.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveberiyê Sûreya Hebeş, bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatime Lakto û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê endama meclisê Ezîzê Beşar axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û silav li Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê û şervanên QSD`ê ku parastina gelê xwe dikin, kirin.

Endama Meclisa Kantona Şehbayê got lehengiya ku di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, dê rêya ber bi serkeftin û derxistina dagirkeran ji Sûriyê be.

Paşê wesîqetên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

ANHA