Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir

Piştî ku li gundên rojavayî navçeyê geriya, dewriyeya şeşemîn a Tirkiye û Rûsyayê ya veşartî li navçeya Dirbêsiyê gera xwe bi dawî kir.

Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
Dewriyeya Rûsî-Tirkî ya veşartî gera xwe bi dawî kir
14 mijdar, 2019   11:28
HESEKÊ

Îro sibehê dewriyeya şeşemîn a hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ji gundê Şirîk (15 km rojavayî navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir.

Dewriye li gundên rojava û bakurê navçeya Dirbêsiyê yên Bîrkenîse, Telik, Kerkend, Sîbêrka, Ber Kevirê, Til Kember, Til Kidêş geriya û li gundê Qermanî sekinî.

Her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê bi dewriyeyê re digeriyan.

Şêniyan erebeyên dewriyeya Tirkî-Rûsî bi kevir û solên kevn li gundê Til Kidîş, pêşwaz kir.

Piştî dewriye bi dawî bû, panzêrên dewleta Tirk a dagirker careke din ji gundê Qermanî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê, vergeriyan erdên Tirkiyê.

ANHA