Rûspiyên Hesekê banga hevgirtinê li dijî dagirkeriyê kirin

Meclisa Rûspiyan a Hesekê êrişên dewleta Tirk  ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina du rûspiyên eşîra Şarabî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şermezar kir û banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

Rûspiyên Hesekê banga hevgirtinê li dijî dagirkeriyê kirin
Rûspiyên Hesekê banga hevgirtinê li dijî dagirkeriyê kirin
Rûspiyên Hesekê banga hevgirtinê li dijî dagirkeriyê kirin
2 mijdar, 2019   14:45
HESEKÊ

Meclisa Rûspiyan a Hesekê têkildarî kuştina du rûspiyiên eşîra Şerabî (Şêx Îbrahîm Mihemed El-Mihêmîd û Şêx Mehmûd Mihêmîd El-Xelef û hevjîna wî Tifaha El-Salih) ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyanî da.

Daxuyanî li bin konê sersaxiyê yê li gundê Til Erfan hatiye vedan ji aliyê endamê meclisa Rûspiyan a Hesekê Fewaz El-Namis ve hat xwendin. Endamên Meclisa Rûspiyan û endamên saxiyên sivîl û leşkerî li Hesekê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Melisa Rûspiyên Hesekê  û Meclisa Eşîreyên Kurdî em sersaxiyê ji qebîleya Şerabiyan re dixwazin. Qebîleyê di aloziya Sûriya de gelek şehîd di oxira parastina xak û rûmetê li dijî terorîstên DAIŞ`î de da û bi hemû pêkhateyan ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê bûn yek. Niha jî li hember mezintirîn terorîstên li ser rûyê erdê di şexsê Erdogan de, disekinin. Erdogan ê ku sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kuştin, koçberkirin û talankirin. Kesên di malên xwe de bi ewle dijiyan malên wan li ser serê wan hilweşandin.

Bi saya yekîtiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya xwîna şehîdên me tu carî gelê me têk naçe. Dagirker dê mîna DAIŞ`ê ji xaka me werin derxistin. Em bang li tevahî pêkhateyan dikin ku li hember êrîşên hovane li ser xaka me bisekinin. Divê em bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin û her tiştê giranbuha ji bo wê feda bikin.

Serkeftin a me ye ji ber me xwediyê maf in. Şehîd namirin. Şîfaya acil ji birîndaran re. Bimre Erdogan."

Piştî daxuyaniyê bi navê Qebîlaya Şerabî Mihemed Fehed Ebîd, bi navê Qebîleya Cibûr Fewaz El-Zobe, bi navê eşîreyên Kurdî Newaf Zozanî û bi navê pêkhateyên Suryan Iliyas Enter, axivîn. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane bisekinin.

Her wiha spasya QSD`ê hat kirin ku parastina xak û gelên wê bi hemû pêkhateyan dike û soz hat dayîn ku ew ê li kêleka QSD`ê bisekinin, hemû eşîreyên li Bakur û Rojhilatê dê bi hevre li dijî êrîşên Erdogan bisekinin.

(bx)

ANHA