Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir

Şandeyek ji şêniyên Efrînê peyamek radestî navenda Lihevanînê ya Rûsî ya li Helebê kir, xwestin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên wan werin derxistin da ku şênî vegerin ser malên xwe.

Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
Şênyên Efrînê peyamek ji bo vegerê radestî Rûsya kir
2 mijdar, 2019   15:02
HELEB

Şandeyek ji şêniyên herêma Efrînê yên li bajarê Helebê, berê xwe dane Navenda Lihevanînê ya Rûsî ya li bajarê û peyamek radest kir. Şande ji nûnertiya şêniyên Efrînê dikin ``Leyla Xelid, Fehîme Hemo, Mihemed Cemîl, Alfa Mihemed, Neşat Zêbarî`` pêk hatibûn û ji aliyê endamên navendê ve ku General Alexei Ivanovich û mîralayî Mihemed Qasim ve, hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya vê serdanê de, herdû aliyan girîngiya parastina xaka Sûriyê , vegera şêniyên Efrînê û girîngiya seknandina binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bûn nîqaş kirin.

Piştî peyama şêniyên Efrînê radestî endamên Navenda Lihevanînê ya Rûsî hate kirin, Leyla Xalid û Fehîme Hemo destnîşan kirin ku dewleta Rûsya dikare pêşvehatina Tirkiyê nava xaka Sûriyê rawestîne.

Mihemed Qasim diyar kir ku îdiayên hatine belavkirin ku Tirkiyê derbasî Til Refat û Minbicê bûne ne rast in, tenê di navbera herdu aliyên Rûsî û Tirkî de dewriye digerin û dê wek herêmên din ên ku dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê lê digerin, 6 mehan dom bike.

(rr)

ANHA