‘2`ê Mijdarê dê bibe pêngava destpêkê ya têkçûna dagirkeriyê‘

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê meşeke li dar xistin û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

2 mijdar, 2019   14:18
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn, alên YPG, YPJ û QSD û wêneyên şehîdan û birîndarên şer û qûrbaniyên êrişa Tirkiyê û hildan.

Şênî ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn dest bi meşê kirin û ber bi kampa Berxwedan heta kolanên sereke ve meşiyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û Berxwedana Rûmetê berz kirin.

Şênî li qada kampa Berxwedan deqeyeke rêz girtin, paşê endama Meclisa Herêma Efrînê Zagros Tolhildan, endama Kongreya Star Hêva Silêman û bi navê Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Şehbayê Şîraz Hemo axivîn.

Kesên axivîne berxwedana QSD`ê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên silav kiirn, êrişî û binpêkirinên dagirkeriya Tirk derheqê gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemezar kirin.

Her wiha axaftvanan gotin 2`ê Mijdarê wê bibe pêngava destpêkê ya tinekirina faşîmza dagirkeriya Tirk.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina Rojava û Berxwedana Rûmetê û Serdemê bi dawî bû.

ANHA