QSD: 12 çete hatin kuştin, 3 erebe hatin teqandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî li Bakurê Sûriyê eşkere kir.

QSD: 12 çete hatin kuştin, 3 erebe hatin teqandin
2 mijdar, 2019   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

 Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Ebû Rasên - Til Temir

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundên Ingel-Hewa, Til Mihemed, Ezîziyê, Cemilîyê, Mehmûdiyê, Tewila û her wiha li bajarokê Ebû Rasên bi piştevaniya çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser herêmên sivîl. Hewl dan ku dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrişan dan û di encam de şerên giran qewimîn.

Di encama şeran de hejmarek zêde ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û brîndarkirin, panzerek hate rûxandin û yek hate derbkirin. Dîsa li gundê Erbe’în dema komên çete xwestin êrîş li dar bixin hêzên me bersiva êrîşan dan û di encam de 7 çete hatin kuştin, 4 birîndar bûn.

Kobanê-Eyn Îsa

Li gundên Alarîda, Xirbet Faris û Ebû Dihûr artêşa dagirker û komên çete xwestin êrîş li dar bixin. Hêzên me bersiva êrişan dan û di encam de êrîş hatin şikandin. Di encam de 5 çete hatin kuştin, seyareyek leşkerî û maşîneyek kar hatin rûxandin.

Bi giştî di bersivdana hêzên me de herî kêm 12 çete hatin kuştin, 4 hatin brîndarkirin û 3 seyare hatin rûxandin.

Di vê berxwedanê de hejmarek hevalên me brîndar bûn.”

(kc)