Şemûn Kako: Sînaryoya Sîmêl û Sêfo dubare dibe

Endamê Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyan hedef dike û got “Êrîş yekitiya pêkhateyan hedef dike .”

Şemûn Kako: Sînaryoya Sîmêl û Sêfo dubare dibe
26 cotmeh, 2019   05:20
HESEKÊ-BASİL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di 9’ Cotmehê de êriş li dijî gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyê da meşandin, bi tang, top û balfiran êrişî sivîlan kir, di encamê de bi hezaran koçber, birîndar û şehîd bûn .Têkildarê vê mijarê Endamê Partiya Asur a Demokratîk Şemûn Kako ji ajansa me re nirxandin kir .

‘Dewleta Tirk sînaryoya qirkirina Sîmêl û Sêfo dubare dike ‘

Şemûn Kako got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze serdema Osmaniyan vegerîn û komkujiyan der heqê pêkhateyan de pêk bîne û wiha dom da axaftina xwe ”Di dîrokê dewleta Tirk a dagirker komkujî der heqê gelê Asûr de pêk anîn, qirkirina Sêfo û Sîmêl nayên jibîr kirin, di şoreşa Rojava de bi navê DAIŞ’ê xwest pêkhateyên me Asûr tune bikin û bi sedan revandin. îro jî dewleta Tirk dixawze sînaryoya Sîmêl û Sêfo dubare bike û komkujî derheqê gelê me de pêk bîne .”

‘Êriş tenê pêkhateyekî hedef nagire ‘

Şemûn di berdewama axaftina xwe de wiha got “Di êrişên operasyona ku qaşo bi navê ‘Kaniya Aştiyê ‘de tenê pêkhateyek hedef negirt, hemû pêkhateyan kir hedef “Kurd ,Ereb,Ermen û Asûr û hwd...Em wekî Partiya Asur a Demokratîk van êrişan qebûl nakin, em êdî qetîlam der heqê gelê Asûrî de qebûla nakin .

‘Bi yekitiya pêkhateyan serkeftin misoger dibe ‘

Şemûn balkişand ser taybetmendiyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt anî ziman “Em wekî pêkhateyên herêmê tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye, em di bin sîwana Rêvberiya Xweser bi buhara gelan têne naskirin, bi sîstema Rêvberiya Xweser re yekitiya me geştir bû, em ê heya dawî li ber xwe bidin û li dijî qetilkirin û komkujiyên ku der heqê gelê me de pêk tê li ser piya bin .”

‘Baweriya me bi dewletan nemaye ‘

Şemûn got “Di 23‘yê Cotmehê de qaşo ji aliyê Amêrika û Tirkiyê ve agibest hate îlankirin, lê mixabin li ser rûyê erdê ev yek pêk nehatiye, duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî gundewarê Serêkaniyê ‘Menacîr, Cafa, Erbeyîn û Esediyê ‘kirin,  bi sedan kes koçber kirin, ka agirbest ku behsa wê dikin, êdî baweriya me bi dewletan nemaye, em bi hêz û îradeya xwe bawer in .”

Endamê Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku rê li ber van komkujiyan bigirin.

ANHA