ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 10. 2019
26 cotmeh, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

BERXWEDANA RÛMET

-Şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û lihevkirinên li dijî destkeftiyên gel meşekê li dar dixin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamoste û xwendekarên Efrînê bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwesta xwe ji terora dewleta Tirkiyê re diyar bikin. Her wiha rave kirin ku ew dagirkeriya  Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê, guhertina demografiya wê û dubarekirina sînaryoya Efrînê red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyan hedef dike û got “Êrîş yekitiya pêkhateyan hedef dike .” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Zilm, talan, koçberî û bi hezaran çîrokên bênivîs li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe  zêde dibin û mirovahî jî ji ber bêdengiya têk diçe. Dîsa dagirkirin êriş li ser gelê herêmê pêk hat û daxwaza gel tenê ew e ku vegerin warên xwe yên ku bi destê xwe ava kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA