‘Bi hatina qaşo koçberan re, em dibin koçber’

Zilm, talan, koçberî û bi hezaran çîrokên bênivîs li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe  zêde dibin û mirovahî jî ji ber bêdengiya têk diçe. Dîsa dagirkirin êriş li ser gelê herêmê pêk hat û daxwaza gel tenê ew e ku vegerin warên xwe yên ku bi destê xwe ava kirine.

‘Bi hatina qaşo koçberan re, em dibin koçber’
26 cotmeh, 2019   05:35
HESEKÊ - MÛRADA KENDA – SILAVA EBDIREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 21’mîn salvegera komploya li ser Rêber Ocalan 9’ê Cotmehê de bi hemû teknîka pêşketî, çekên qedexkirî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişan de gelê sivîl yekser kir hedef. Şêniyên Serêkaniyê ji Kurd, Ereb, Suryan neçar man ku koçberî bajarên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Yek ji wan bajaran jî, Hesekê ye. Heya niha nêzî 300 hezar koçberên Serêkaniyê lê bi cîh bûne. Koçber ji derfetên kêm niha li 53 dibistanên Hesekê de bi cih bûne. Dibistan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê tên parastin. Alîkariya koçberan ji aliyê gel û Rêveberiya Xweser vê tê kirin. Astengiya avê, kahrebê û xwarinê hene. Di her polê dibistanan de herî kêm 3 malbat bi cih bûne.

‘Xaniyê ku min bi destê xwe di 25 salan de ava kir, çeteyan dagir kiriye’

Yek ji wan, malbata Emîna Xelîl Mihemed ku ji Serêkaniyê koçberî Hesekê bûye. Bi sê malbatan re di polekê de dimîne. Di dibistana ku tê de dijîn de 200 şênî lê hene. Emîna tekildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê anî ziman ku sivîl bi zanebûn dihatin hedefgirtin û got: "Dewleta Tirk bi top û tangên xwe êrişî sivilan dikir, gelek ji wan li ber çavên me birîndar bûn. Sivîl kir hedef, da ku dest deynin ser mal û erdên wan. Derdora Serêkaniyê bi hemû topan êriş dikir û bi zexmetî xwe xilas kir. Min 25 sala bi êş, westandin û ked xaniyê xwe ava kir. Niha jî çete tê de bi cîh bûne. Bajarên me jî xerab kirin. Beriya her tiştî keç û xortên me li ser vê axê şehîd ketin û niha jî bajarê me tê hilweşandin. Em alîkariyê naxwazin tenê bajarên xwe dixwazin. Em Kurd in û xwedê em Kurd dane. Kurdek li kuderê be dê êrişî bikin. Kurdan çi kiriyê ku heya niha hemû dewlet ker û lal in. Em welatê xwe dixwazin.”

‘Mirovatî nemaye, cîhan miriye’

Emîna bal kişand ser bêdengiya mirovahiyê û got: “Em li dibistanan pêrîşan bûne. Zivistan li pêşiya me, zarokên me wê çawa bijîn?  Êvarê gelekî sar e û zarokên me nexweş dibin.  Ava germ tune ye. Ew çeteyên ku di mal û bajarên me de bi cih bûne bila xêrê nebînin.  Dewleta Tirk a dagirkerê çeteyan kom dike û rê dike ser serê me.  Beriya 7 salan dîsa ji çeteyan re derî vekir û rê kir welatê me. Mirovatî nema ye, cîhan miriye. Em di dibistanan de ne û zarok xwendina xwe nakin. Lê li dijî wan astengiyan jî em ê berxwedana xwe heya ku vegerin welatê xwe berdewam bikin.”

‘Tiştên ku bi serê malbata hevjinê min de hatin, bila bi zarokên me de neyên’

Hena Tirkî bi çar malbatan re di poleke dibistanê de bi cih bûye.  Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êriş kir, bi têne bi cilên li ser xwe ji Serêkaniyê neçar man derbikevin. Hena helwestên xwe têkildarî dagirkirina Serêkaniyê anî ziman û got: "Ji destpêka avakirina Serêkaniyê heya niha dapirên me tê de dijiyan û em xwediyê axa xwe ne. Ez Ereb im, hevjînê min jî Ermen e. Zarokên min zimanên Kurdî û Erebî dizanin. Hevjînê min Mehmud El-Nasir bi aslê xwe Ermen e. Piştî komkujiya dewleta Osmanî li ser Ermeniyan pêk hat, bavê hevjinê min derbasî herêmên me bû. Em Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nav aramiyê de dijîn. Me kesên ku ji komkujiya difilîtin re hembêza xwe jê re vedikir û niha jî komkujî li ser me pêk tên. Ez naxwzim tiştên ku bi malbata hevjînê min de hatine bi serê zarokên min de jî werin. Dewleta Tirk a dagirker berdewama dewleta Osmaniyê ye û li ser hemû pêkhateyan komkujî pêk anine.”

‘Em paketên alîkariyê naxwazin, em welatê xwe dixwazin’

Hena destnîşan kir ku dewleta Tirk dibejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê terorîst hene û got: "Yên terorîst ew in ku êrişî me dikin û me ji bajarên xwe koçber dikin. Tu zerera me bi tu kesî nebûye.  Ev çeteyên ku Erdogan xwedî kirine, terrorist in û ne xwediyê bajarên me ne.  Erdogan dibejê ez ê koçberan bînim Serêkaniyê û me koçber dike. Ev koçber hemû DAIŞ in. Me di bajarên xwe de li hember DAIŞ şer kir û niha jî ew dîsa bajarê me dagir dikin. Edaleta cîhanê nemaye.  Kevir bi kevir me li ser hevdû danî heya ku me xanî û bajarên xwe ava kirin. Em paketên alîkariyê naxwazin, lê dixwazin vegerin bajarên xwe û dîsa di nava bi aramî bijîn."

ANHA