Meclisa Edaletê ya Minbicê: Tirkiyê sûcên şer pêk tîne

Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Minbicê û Gundewarên wê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker, komkujiyên bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne û bikaranîna çekên qedexekirî, şermezar kirin û berpirsiyara sucên ku Tirkiyê pêk tîne, hilgirt ser rêxistinên mirovî û civaka navdewletî.

Meclisa Edaletê ya Minbicê: Tirkiyê sûcên şer pêk tîne
21 cotmeh, 2019   11:51
MINBIC

Endamên Meclisa Edaleta Civakî û endamên Komîteyên Lihevanînê yên meclisên bajarê Minibicê û Gundewarên wê li pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajêr kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, şermezar kirin.

Bi kombûnê re meclisê daxuyaniyek weşand ku ji hêla Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Ehmed Hesen ve hat xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Edaleta Civakê ya Minbic û Gundewarên wê wiha ye:

"Di destpêkê de êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûriyê pêk tîne şermezar dikin û piştrast kir ku şêniyên Minbicê bajarên xwe bi xwe rê ve didin.

Em şêniyên Mibicê, gotina rast dibêjin û bila dîrok jî qeyd bike ku projeya ku rêveberî hewl dide pêk bîne, projeya neteweya demokratîk e ku projeya tevahî şêniyên herêmên Rojhilata Navîn e, biratiya gelan û projeya aştiyê ye. Projeya ku tu kesî ji rêveberinê dûr naxe û hemûyan beşdarî wê dike û dûrî dîktatorî, desthilatî û navendiyê ye.

Tişta ku dewleta Tirk pêk tîne, sûcên qirkirinê ne. Ev jî sûcên şer in ku saziyên hiqûqî yên navdewletî dixe cihê berpirsiyariyê ku tev bigerin û komkujiyên li herêmê pêk tên rawestîne.

Em wekî xebatkarên Edaletê, kiryar û binpêkirinên ku dewleta Tirk pêk tîne bi tundî şermezar dikin. Bang li civaka navdeweltî dikin, tev bigerin û xebateke cidî û lez pêk bînin, da ku dijminatiya li gund û bajarên Bakurê Sûriyê pêk tên ku binpêkirina serweriya Sûriyê, binpêkirina çareseriyên siyasî û paşxistina kedên têkbirina terora li Sûriyê ye, bi dawî bikin. Her wiha jî bang dikin ku biryareke navdewletî derxin ku dijminatiya Tirkiyê rawestîne."

Bang li tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Suryan dikin bi hev re Sûriyê geş bikin, bi pêş bixin û yekitiya neteweyê pêk bînin û dê bibe kevirê bingehîn ji her pêşketin û serkeftinekê re."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA