Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin

Di merasîma oxirkirina şehîd de, şêniyên navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê diyar kirin, ku her şehîdekî bi berxwedana xwe isbat kir ku efsane û destanên fedabûnê ye, ji ber vê yekê divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bidine hêzên leşkerî, malbatên şehîdan û şopdarên rêya şehîdan bin.

Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
Li Til Hemîsê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate oxirkirin
21 cotmeh, 2019   11:33
QAMIŞLO

Îro 21`ê Cotmehê şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî cenazyê şehîd Merwan Xelîf (Ceger Qamişlo) bi merasîmekê oxir kirin. Ceger di 11`ê Cotmehê de dema artêşa Tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin û wî parastian rewa dida meşandin, şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarê QSD`ê navçeya Til Hemîsê Hec Ehmed Kêrta axivî û got: “Amerîka xwe sipart me ji ber dizanîbû ku ne hêz û dewlet nikarin li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin, tenê QSD`ê dikarin li ber xwe bidin, beramberî van serkeftinan rejîma Tirk bi rêya komên çekdarên terorîst hewl dide serkeftinên me tê bibe, di dawiyê de Amerîka rê da ku dewleta Tirk ku êrîşî herêmên me bike.”

Her wiha ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Îdan El-Efînî axivî û got: “ Şehîdan bi berxwedana xwe isbat kirin ku efsan û destanên canfedayîbûna ne, lewma divê yekser destekê bidine hêzên xwe, malbatên şehîdan û şopdarên rêya şehîdan bin.

Li ser navê Meclisa Kantona Qamişlo Hisên Elî axivî û got: “tu gelan rûmet û azadiya xwe bêyî şehîdan bi dest nexistiye, me jî di oxira parastina azadî, rûmet û parastina destkeftiyên herêma xw de, zarokên xwe feda kirin.”

Piştî merasîm bi dawî bû, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê wesîqeta şehîd Merwan Xelîf xwend û radestî malbatê kirin, paşê bi sloganên"Şehîd namirin, bijî berxwedana şehîdan" cenazeyê şehîd hate veşartin.

(eh)

ANHA