QSD`ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê ya  roja 12`emîn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana Rûmetê ya roja 12`emîn eşkere kir.

QSD`ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê ya  roja 12`emîn eşkere kir
21 cotmeh, 2019   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê wiha ye:

“Serêkaniyê

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên agirbestê domandin. Di dîroka 20`ê Cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir a başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encam de şerên demkurt qewimîn. Di van pevçûnan de 3 çete hatin kuştin, 2 seyareyên zirxî hatin îmhakirin û seyareyek hate derbkirin.

Herêma Firatê

Komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin li ser gundên bakûrê Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerên giran qewimîn. Di encama bersivdana hevalên me û şerên ku qewimîn de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.

Di van şeran de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin brîndar kirin û 3 panzer hatin rûxandin.

Herwiha 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 9 hevalên me yê ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelal kirin ku şehîd ketine. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn.”

(kc)