Mijarên rojnameyên erebî – 17 Cotmeh

Rojnameyên Erebî yên îro der barê fişarên navdewletî li hember Tirkiyê bi sedema êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê, her wiha rewşa li Lîbnan, Yemen û Iraq`ê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 17 Cotmeh
17 cotmeh, 2019   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Awsat: Amerîka bi cezayan û diplomasiyê fişaran li Anqerê dike

Rojnameyê nivîsî: "Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bersivdayina êrîşa Tirkiyê ya dawî li dijî bakur rojhilatê Sûriyê, gavên xwe leztir dike, fişarên diplomatîk û cezayan bikar tine, Trump gefa (hilweşandina aboriya Tirkyê) xwar, eger cîgirê wî Mike Pence û serokê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan di hevdîtina îro de lihev nekin.”

Rojnameyê wiha nivîsî:  "Tê payîn ku senatoya Amerîka îro ji bo cezayên li dijî Tirkiyê dengdanê bike, rêveberiya Amerîkayê jî berpirsên payebilind rêdike Anqerê ku wê razî bikin şer rawestîne, lê Erdogan beriya hevdîtina ku tê pyain îro  bi Pence û wezîrê karê derve Mike Pompeo pêk bê, got ku cezayên Amerîkayê dê bandorê li biryara dewamkirina operasyona leşkerî neke.

Di vê navberê de Moskov der barê geşedanên li bakurê Sûriyê, gavên xwe leztir kirin. Piştî dan û standinên di anvbera Tirkiyê û Amerîkayê, Kremlin`ê got ku serokê Tirkiyê dê beriya meha cotmehê serdana Rûsyayê bike û bi serokê Rûsyayê Vlademir Putin re mijarên girêdayî Sûriyê binirxîne.

El-Ereb: Êrîşa Tirkiyê li dijî Sûriyê dubendiya nîjadî kûr dike

Rojnameyê nivîsî: "Encamên êrşîa Tirkiyê li dijî bakurê Sûriyê di kuştin û wêranî û koçkirina bi milyonan welatiyên Sûriyê sînordar nemîne. Lê belê dê li herêmê de derzeke nîjadî têxe navbera Tirkan û pêkhateyên din ên herêmê mîna Kurdan û Ereban, ev yek jî stratejiyên nîjadî û ntewperestî yên Tirkiyê tine bîra mirovan, ku pêkhateyên din ên herêmê napejirîne.

Dibe ku êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê arîşeya nîjadî li Tirkiyê kûr bike, ji ber ku Kurd li dijî vê opersayonê ne û Tirk jî bi giştî piştgiriya wê dikin.”

Şerq El-Awsat: Cara yekemîn dê Griffiths ji Riyadê bi Konseya Ewlehiyê re biaxive

Rojnameyê nivîsî: "Şandêrê navdewletî bo Yemenî Martin Griffiths dê îro ji Riyad`ê, ji konseya ewlekariyê re biaxive, der barê geşedanên li Yemenê.

Rojameyê wiha pê de çû: "Axaftina Griffiths dê bi rêya sistemeke TV`ê pêk bê. Di vê navberê de der barê hevdîtinên di navbera hikûmeta Yemenê ya rewa û meclisa demkî de nîşanê erênî xuyan dikin.

 Tê payîn ku di demekî nêz de (lihevhatina Cedda) bê ragihandin, ku arîşeya dawiyê ya başûrê Yemenê raweste.

Griffiths dê di axaftina xwe de behsa pêşketinên vê dosyayê bike. Aliyên têkildarî dosyaya Yemenê dibêjin ku dê lihevhatin bibe gaveke girîng ji bo çareseriya aloziyê.

El-Ereb: Lîderên Sinîyan li Lubnanê beriya planeke nû li dijî "Tayif"ê ketin nava tevgerê

Der barê geşedanên Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Geşedanên dawiyê yên Lubnanê, bi taybet piştî hevdîtina lîderê Hizbulahê Hesen Nesrullah bi serokê şepêla nîştimanî ya azad Cibran Basîl re, nîşdan didin ku planeke ji bo xirabkirina sîstema siyasî ya Lubnanê heye.

Derdorên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku Basîl gotina "qulibandina maseyê" bi kar aniye, lewma xuya ye ku armanceke mezin heye ku dest biavêjin sîstema siyasî ya Lubnanê.

Li gorî van derdoran, ev yek bû sedem ku serokên berê yên hikumetê careke din û bi hev re bikevin tevgerê da ku cihên Sinîyan li welêt biparêzin, ew jî serokatiya hikûmetê ye. Her wiha dê piştgiriya helwesta serokê hikûmetê yê niha Saed El-Harîrî bikin.

Serokên berê Necîb Mîqatî, Fûda Senyûra û Temam Selam piştî civînekê daxuyaniyek dan û gotin ku ji ber rewşa aloz a herêma Ereban û rewşa hestiyar a Lubnanê di hêlên siyasî, aborî, diravî û civakî de, pêwîst e pir bi hişyarî û aqilmendî tev bigerin û reformên bibandor çêbin.

Şerq El-Awsat: Li Iraqê beriya ku rewş dîsa bikele, hin pêngavên sînordar

Der barê rewşa li Iraqê rojnameyê nivîsî: "Duh li Iraqê hin gavên li dijî bêrêtî û gendeliyê hatin ragihandin, çavdêran gotin ku "sînordar"in. ev jî hewldaneke ku rê li pêşiya nerazîbûnên nû bigre, bi taybet ku tê gotin dê 25`ê vê mehê xwepêşandaneke nû bê lidar xistin.”

Rojname wiha pê de çû: "Serokwezîr Adil Ebdilmehdî duh soz da ku daxwazên xwepêşandêran pêk bîne, her wiha got ku `hikûmeta Iraqê reforman dewam dike û dê daxwazên xwepêşandêran pêk bîne.”

Hikumetê 61 berpirsên payebilind yên gelek wezaretên dewletê ji kar girtin, dê bi rêya perlemanê hin kesên din li şûna wan erkdar bikin.

Çavkaniyeke ji dadê ji Şerq El-Awsat re diyar kir ku serokwezîr hewl dide dadgeheke serbixwe mîna ya darizandina Sedam Hisên ava bike, dê erkê vê dadgehê ew be ku kesên gendeliyê dikin darizîne. Her wiha got "Li gorî serokwezîr eger dadgeheke serbixwe neyê avakirin dê nikaribin gendeliyê tune bikin.”