Aldar Xelîl: Serêkaniyê di çemperê de ye, gel bi komkujiyê re rû bi rû ye

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikarin di Serêkaniyê de bi pêş ve biçin, Serêkaniyê dorpêç kirin tevî ku sivîl di Serêkaniyê de hene bê navber bombebaran dike.

Aldar Xelîl: Serêkaniyê di çemperê de ye, gel bi komkujiyê re rû bi rû ye
17 cotmeh, 2019   08:01
HESEKÊ

Aldar Xelîl da zanîn ku li Serêkaniyê sivîl bê av, xwarin û kehrebe ye, her wha nexweşxane jî di bin metirsiya bombebaranê de ye. Xelil got ku divê hemû aliyên pêwendîdar têkevin nava hewldana da ku pêşiya komkûjiya sivîlan bigirin.

Xelîl diyar kir ku tevî ku Meclisa Ewlehiyê civînek der barê êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê çêkir, lê nikaribû biryarekê der barê vê yekê de bigire.

(kc)

ANHA